DÎSKÎ ji bo baran û şiliyê di amadebaşiyê de ye

 

 

 

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) li dijî barîna zêde ya ku tê heye bibare tedbîrên xwe zêde kirin.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê, li navenda bajar û navçeyan paqijkirina xeta ava baranê û şebekeyan bênavber didomîne.

Ekîbên DÎSKÎyê yên ku şebeke û xetên koleksiyonê paqij dikin, li hemberî lehiya ku di barana zêde de çêdibe tedbîran digirin. Bi vî awayî rê li ber pirsgirêkên ku ji ava baranan û pê re çêdibin, digire.

Tîmên DÎSKÎyê ro 24 saet li qadan in

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên ekîban lêkolîn kir û ji personelan agahî wergirt.

Tutşî anî ziman ku bi saya xebatên ku hatine kirin li hemberî barîna zêde tedbîr girtine û wiha got:

“Em ji welatiyên xwe daxwaz dikin ku bermahiyên malê neavêjin kanalîzasyonê da ku şebekeyên ava baranê nexitimin. Divê her kes di vî warî de berpirsyariya xwe bi cih bîne. Bi taybetî bermahiyên cureyê kîsikên ku di nav şebekeyên ava baranê de tên avêtin rê li herikîna avê digire û dibe sedema astengiyan. Ekîbên me bi xebata ku em dikin re keriyên ku ji ber bermahiyê, şûşeyên plastîk, çîp, destmalên kaxiz, kaxizên tuwaletê xitimîne paqij dikin. Bi vî awayî em pêşî li bandorên neyînî yên ku di barîna zêde de çêdibin digirin. Ekîbên DÎSKÎyê hefteyê 7 roj rojê 24 saet li qadan bi fedakarî dixebitin.”