Xwendekarên mala zanînê serdana kargeha şîrînahiyê kir

 

 

Xwendekarên Bîlgievî yên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de dixwînin, li kargeha çêkirina şîrîniyê geriyan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê di çarçoveya çalakiyên Biger-Bibîne de ji bo xwendekarên Mala Zanîna ya Navendê û Selahaddîn Eyyûbî geşta fabrîqeya çêkirina şîrînahiyê li dar xist.

Di gera xwe de xwendekaran bal kişand ser rêgezên paqijiyê, xwendekar li qadê qonaxên hilberîna cûr bi cûr ên beqlave û qedayîfê dîtin.

Xwendekaran der barê qonaxên hilberîna şîrînahiyê de ji rayedarên kargehê agahî wergirtin û fersend dîtin ku fêr bibin ka ew der barê çêkirina şîrînahiyê de çi meraq dikin.

"Me hewl da xwendekaran der barê paqijiyê de hişyar bikin"

Endezyara Xwarinê Evîn Demîr, anî ziman ku geşt ji bo xwendekar çêjên herêmê nas bikin û nirxên pîşeyî hîn bibin bi fêde bû.

Demîr, anî ziman ku ew ji serdana xwendekaran kêfxweş bûne û wiha got:

“Mamoste û hevalên me yên xwendekar ên ji Bilgieviyê bûn mêvanên me. Me hewl da ku em hilberîna qedayif û beqlavayê bi berfirehî ji wan re vebêjin. Me hewl da ku em xwendekaran der barê hilberîn, qonaxên şirînahî çêkirinê de û bi taybetî jî paqijiya di kargehê de xwendekaran serwext bikin, em bi mazûvaniya wan gelekî kêfxweş in.”

"Çêkirina şîrînahiyê pêvajoyeke dijwar e"

Yek ji şagirtên wê Denîz Aydemîr jî anî ziman ku ew bi dîtina qonaxa hilberîna şîrîniyên xwe yên hezkirî kêfxweş bûne.

Aydemîr, diyar kir ku ewê şahidî kiriye ku çêkirina şîrîniyê pêvajoyeke dijwar e û wiha got: “Qedayîfeka tenik çêkirin û fistiq rijandinê. Paşê avêtin tenûrê û şerbet bi ser de rijandin û pêşkêşî me kirin, spas.”

Yek ji şagirtên wê Raverin Usalp, diyar kir ku ew her tim pêvajoya çêkirina şîrînahiyê meraq dike û bi saya vê gerê derfeta dîtina berhemê peyda bûye.

Usalp, destnîşan kir ku hoste bi fedakarî dixebitin û wiha got: "Hosteyên me bi berfirehî diyar kirin ka şîrînayî çawa hatine çêkirin û çiqas malzeme di ber de hatiye danîn."