Li Farqînê otogara navçeyan tê çêkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li Farqînê dest bi çêkirina otogara navçeyan kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li Farqînê ji bo xizmeteke baştir ji welatiyan re bi wesayitên çûnûhatinê re bike û barê trafîkê kêmtir bike, li Farqînê otogara navçeyan çêdike.

Di projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Fenî ve hatiye amadekirin de, li otogara navçeyê dê 9 platformên veguhestina gel, 4 gîşe û melbenda 100 wesayîtan hebe.

Otogara ku dê li ser qadeke 12 hezar û 500 metrekare bê çêkirin, dê 350 metrekare qadeke hundirîn, 8 noqteyên firotina bilêtan, jûreyek bendewariyê, WC’ya mêr-jin-astengdaran, jûreya nimêjê, jûreya lênêrîna zarokan, jûreya teknîkî, jûreya çavdêriyê, kafeterya, qada bazirganî û depoya avê li xwe bigire.

Ji bo ewlekariya otogara navçeyan ya ku li ser rêya Diyarbekir - Êlihê bê çêkirin, dîwarên baxçeyê 1,20 metre dirêjî û panelên têl li dirêjahiya dîwêr bên danîn.