Atolyeya pêlîstokan dîsa deriyên xwe vekir

 

 

 

"Projeya Pêlîstokên Xwe Ez Çê Dikim" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve li Muzeya Bajêr a Qesra Cemîl Paşa hat vekirin û zarokên 7-12 salî jê sûd werdigirin, dîsa dest pê kir.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ji bo ku zarok ji hîkariyên xirab ên kompîtur û înternetê dûr bikevin û têkiliya wan bi hev re zêde bûbe, karibin bi hev re bicivin, "Projeya Pêlîstokên Xwe Çê Dikim" ji nû ve da destpêkirin.

Zarokên ku ji Atolyeya Pêlîstokan sûdê werdigirin dê bi perwerdehiya ku distînin pêlîstokên wekî balefirên kartonî, bebikên lekî û erebanên têl çêkin. Zarok di navbera dersan de bi lîstina lîstikên wek destmalê, veşartokê û dîdekanê bi hev re kêf dikin.

Rêvebira projeyê Vildan Erdin, diyar kir ku hemû malzeme û kelûpelên ku di atolyeyê de tên bikaranîn ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hatine dayîn.

Erdîn, diyar kir ku her dewreya qursê bi qasî 2 mehan dewam dike û diyar kir ku zarokan di qursê de gelekî kêfa wan hat û bi heyecaneke mezin pêlîstok çêkirin.

Erdîn bal kişand ku zarok bi piranî navên lîstikên ku di înternetê de dilîzin dizanin û wiha got:

"Armanca me ew e ku em lîstok û pêlîstokên kevneşopî yên jibîrkirî veguhezînin zarokên îroyîn, wan ji çalakiyên neyînî yên ku bandorê li pêşkeftina wan dike dûr bixin û wan ber bi lêkolînên perwerdehiyê ve bibin."

Dayik û bavên ku dixwazin zarokên xwe qeyd bikin qursa ku hefteyê 5 rojan dewam dike bila serî li Muzeya Bajêr a Qesra Cemîl Paşa bidin.