Ji "Kaniya Îkramê" şorba germ diherike

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi "Kaniya Îkramê" ya ku li 6 nuqteyên bajêr damezrandî, dest pê kir her roj şorbeya germ li 5 hezar kesî belav dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên xwe yên bi feraseteke şaredariya civakî de, bi "Kaniya Îkramê" ya ku li ber nexweşxaneyên bajêr ava kiriye şorba germ pêşkêşî welatiyan dike.

Daîreya Xizmetên Civakî, şorba ku di saetên serê sibê de li salona xwarinê di hawîrdoreke paqij de tê çêkirin, ji “Kaniya Îkramê” ya li ber Polîklînîka Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Diranan û Onkolojiyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û Nexweşxaneya Jineolojî û Zarokan danî, her roj radestî welatiyan dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ji bo welatiyên ku di rojên dînî û dawiya hefteyê de diçin serdana Tirbeyên Pêxember ên Gêlê, Mizgefta Hz. Suleyman û Mizgefta Nezin, ji bilî dermanên rojane li ber nexweşxaneyan ji 5 hezar kesî re dê şorba germ bide.

Şaredariya Bajarê Mezin dê di mehên zivistanê jî şorba germ ji "Kaniya Îkramê" ji welatiyan re pêşkêş bike.