Xebata sînyalîzasyona çatrêkan berdewam e

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo ewlehiya çûnûhatin û trafîkê, Li xaçerêya Bulvara Prof. Necmettîn Erbakan-Kûçeya Mesut Yilmaz û Yilmaz Guney-Musa Anter sîstema sînyalan ava kir.

Midûriyeta Veguhastinê ji bo ewlekariya trafîkê, birêkûpêkkirin û plansaziya xaçerêyan li çatrêkên ku qelsiya trafîkê lê tê dîtin xebatê dimeşîne.

Di çarçoveya xebatan de li xaçerêya Bulvara Prof.Necmettîn Erbakan-Kuçeya Mesut Yilmaz û Kolana Yilmaz Guney-Musa Anter ku li navçeya Kayapinarê ne û giraniya trafîkê li ser heye, pergalên sînyalîzsyonê hatin danîn.

Ekîbên ku rê li ber qezayên trafîkê digirin, bi saya pergalên sînyalê yên ku ava kirin, li her du xaçerêyan dest bi xebatên sînyalan kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku li ser rêgehên rêyan hatûçûna trafîkê bi rêkûpêk û ewledar bê meşandin dê xebatên xwe yên sînyalan bidomîne.