Kontrola sersalê li Diyarbekirê

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi boneya Cejna Sersalê li qadên cemawerî, navendên şahiyê, kafe û xwaringeh seh kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî bi awayekî saxlem û aram derbasî sersalê bibin, bi neferên xurek û zabiteyê re kontrola şevînî pêk anî.

Di kontrolên ku ji teref Midûriyeta Karên Tenduristî û Zabiteyê ve hatin kirin de tarîxên dawîbûna xwarin û vexwarinên li saziyan û rewşa paqijiya li kargehan bi baldarî hatin kontrolkirin, kargehên ku kêmasiyê wan hebûn hatin hişyarkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo gel bigihêje xurekên ewle dê xebatên xwe bidomîne.