DÎSKÎ pirsgirêka avê ya Çexmaqa Yenîşehîrê çareser dike

 

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji bo pirsgirêka ava vexwarinê ya li Taxa Çexmaqliya navçeya Yenîşehîrê çareser bike, ji bo ava vexwarinê dest bi kolandina bîrê kir.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ku li tevahiya bajêr projeyên ava vexwarinê dimeşîne, ji bo çareseriya pirsgirêka ava taxa Çexmaqliyê xebat da destpêkirin.

Ekîbên DÎSKÎyê ji bo ava vexwarinê ya bênavber û saxlem ji bo taxan peyda bike dest bi kolandina bîrên avê kir.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên ku hatin kirin lêkolîn kir û ji personelên teknîkê agahî girt.

Tutiî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka avê ya navenda bajêr û taxên gundewarî proje çêkirine û weha axivî:

“Em wek DÎSKÎ ji bo ku em li herêma herî dûr a bajarê xwe yê Diyarbekirê xizmetê bidin, hewldanên me hene. Em projeyên gelek baş di her warî de cîbicî dikin da ku welatiyên me bigihin ava paqij. Em niha di 120 metreyî de xebateka vedana bîra avê li Taxa Çexmaqliyê dimeşînin, me plan e ku em dakevin 300 metreyî. Em ê di zûtirîn dem de xebatên xwe biqedînin da ku welatiyên me bigihêjin ava vexwarinê ya bijûn.”