Â
Â
Â
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di kontrolan de ji ber ku hestên welatiyan îstismar dikin, 3 hezar û 828 parsek derdest kirin.
Midûriyeta Zabiteyan li ser kesên ku bi îstîsmarkirina hestên ruhî û dînî parsekiyê dikin, saxtî pêk anîn.
Di kontrolên ku di sala 2022an de hatin kirin de 3 hezar û 675 parsek hatin girtin û 21 hezar û 146 lîre jî li ser wan hate qefaltin û li 194 parsekan jî cezayê pereyan hat birîn.
Di 11 rojên ewil ên sala 2023an de di encama kontrolan de 153 parsek hatin girtin û 1796 lîreyên li ser wan hatin qefaltin, li 18 parsekan jî cezayê pereyan birî.
Di çarçoveya xala 33ê ya Qanûna Bingehîn a bi hejmar 5326 de parsek bi 'Rapora Biryarnameya Cezaya Îdarî' ji herêmên wan hatin derxistin.
Kesên ku welatiyên welatên biyanî ne li Midûriyeta Îdareya Koçê ya Parêzgehê û yên ku temenê wan biçûk in jî li Midûriyeta Xizmetên Civakî ya Parêzgehê hatin ragirtin.
Midûriyeta Zabiteyan bi kordîneya saziyên din re xebatên xwe yên li ser parsekan bi awayekî berfirehtir bidomîne.