Xeta otobusê ya Farqînê - Pira Malabadê hate revîzekirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li ser daxwaza zêde ya welatiyan rêya wesayitên çûnûhatinê yên ku di navbera navçeya Farqînê û Pira Malabadê de xizmetê dike, dirêj kir û ji bo herêma Badikanê bigire ber xwe da.

Daîreya Veguhastinê rêyeke zêde çêkir da ku welatiyên li taxên ku heta niha xizmetguzariya çûnûhatina giştî nehatine dabînkirin, karibin pêdiviyên xwe yên nexweşxane, perwerdehî, bazirganî û veguhestina navenda bajêr bi awayekî ewle û rehet bi cih bînin.

Bi rêya nû ku hat çêkirin, wesayîta ku di navbera navçeya Farqînê û Pira Malabadê de xizmetê dike, ji roja Pêncşemê 12ê Çileyê pê ve li Herêma Badikanê hat guherandin.