Perwerdeya tîrvaniyê ji bo xwendekarên mala zanînê

 

 

Ji bo xwendekarên Mala Zanînê ya ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de xebatên xwe dimeşîne perwerdehiya tîrvaniyê tê dayîn.

Ji bo xwendekarên ku di Malên Zanînê yên Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê de perwerdehiya xwe didomînin, çalakiyên civakî û çandî tên lidarxistin.

Li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê di perwerdehiya tîravêtinê de xwendekar piştî ku zanîna teorîk werdigirin di bin çavdêriya mamosteyan de tîran diavêjin.

Xwendekarên ku îmkana wan heye ku li derveyê dersê demeke xweş derbas bikin, eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya ku hefteyê 2 rojan tê lidarxistin dikin.

Daîreya Ciwan û Werzîşê ji bo ku motîvasyona xwendekaran zêde bike dê di tevahiya salê de çalakiyên cuda li dar bixe.