Print this page

Xebatên peyzaja xaçerêyên jîngehên nû dewam dikin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo qadên nû yên jîngehê estetîk û hêşîntir bikin xebatên peyzajê dimeşîne.

Li jîngehên nû yên di nav sînorên navçeya Peyasê de Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li Bulvara Prof. Dr. Necmettîn Erbakan, Bulvara Dîclekent û Bulvara Mezopotamyayê di qonaxa 2yemîn de li naverêk û xaçerêyan xebatên xwe yên peyzaj û çandiniyê didomîne.

Di xebatên li xaçerêyan de ku di warê trafîka bajêr de xwedî cihekî girîng in, ekîban xebatên binesaziyê yên wekî sazkirina avdaniyê, ronîkirin, xurtkirina axê û astîkirinê bi dawî kirin.

Piştî xebatên binesaziyê ekîban li 4 xaçerêyan 123 hezar kulîlkên demsalî yên bi reng û cureyên cuda çandin, giya danîn ser zeviyan û 4 hezar kulîlk çandin.