202 rawestgehên otobûsan ji bo gundan tên danîn

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo welatiyên ku li gundan dijîn ji şert û mercên barîn û şiliyan tengav nebin, dê li 17 navçeyan 202 rawestgehên çûnûhatinê yên komsiwariyê bi cih bike.

Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên ji bo xizmetguzariya veguhestina giştî ya bi ewletir û rehettir pêşkêşî şêniyên Diyarbekirê bike, didomîne.

Midûriyeta Veguhastinê li ser daxwaza welatiyan dê li qadên diyarkirî yên rê û rêbarên navbera navçe û navenda bajêr 202 rawestgehên rêwiyan çêbike.

Di çarçoveya xebatan de li Sûrê 10, li Baglarê 10, li Kayapinarê 15, li Yenîşehirê 15, li Licê 18, li Erganî 18, li Farqînê 15, li Çermûgê 15, li Pîranê 15, li Henê 15, li Çungûşê 10, li Karazê 10, li Pasûrê 10, li Çinarê 10, li Bismilê 7, li Gêlê 5 û li Hezroyê 4 rawestgehan bi cih dike.

Ji bo rawestana çûnûhatina giştî ya taxên gundan îhale hat kirin. Ji 1ê Sibatê pê ve ekîb dê dest bi komkirina rawestgehên rêwiyan bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin, plan dike ku heta meha Gulanê xebatên danîna rawestgehên otobusan ên girtî ji bo gundên bi ser navçeyan ve biqedîne.