‘Pirsgirêka me ya avê çênabe’

 

 

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Tutşî:

“Em di nava salê de derdora 110 milyon metrekup av ji bendava Dîcleyê werdigirin. Pirsgirêka me ya avê çênabe. Ji ber ku têra xwe ava me heye ne hewce ye ku em wê bi huwarde bi kar bînin.

Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) Firat Tutşî, diyar kir ku bi xebatên wan ên plankirî ji ber şert û mercên demsalî yên ku heta niha bê baran derbas bûne li bajêr pirsgirêka ava vexwarinê namîne.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Tutşî der barê rewşa ava vexwarinê ya Diyarbekirê de agahî da û diyar kir ku ew ji bendava Dîcleyê ya bi 32 kîlometre xeta veguheztinê avê distînin.

"Divê em qîmeta avê bizanibin"

Tutşî diyar kir ku salane 92 milyon metrekup ava navenda bajêr paqij dikin.

"Em hemû 85 milyon ji bendava Dîcleyê derman dikin. Em ava vexwarinê ya navçeyên xwe yên Erganî û Gêlê jî ji bendava Dîcleyê dabîn dikin. Em di tevahiya salê de bi giştî 110 milyon metrekup avê ji bendava Dîcleyê digirin. Lew divê em ava xwe bi kêmanî bi kar bînin, wekî ku tune be û qîmeta avê bizanibin.”

Tutşî, aşkere kir ku divê av neyê îsrafkirin û wiha got: “Bi taybetî di avdana baxçe, wesayît, eywan û qadên hêşîn de divê zêde av neyê bikaranîn. Ava paqijkirî mîrateya zarokên me ye ku ew paşeroja me ne. Divê em di vî warî de hesytar bin.”

"Me rê li ber çizirînên avê girt"

Tutşî, da zanîn ku li navendê der barê beredayîçûn û çizirîna avê de xebateke xurt dimeşînin û weha axivî:

"Ev xebat li navend û navçeyên me jî berdewam dike. Li navenda Diyarbekirê em gihiştin ji sedî 34. Dema em li salên berê dinêrin me ev rêje ji sedî 46, 48 derxist û anî vir. Hem bi fizîkî û hem jî bi îdarî vê pêk tînin. Em ê dijî bikaranîna ava qaçax a bê abone li 13 navçeyên têkoşînê bikin çimkî li van derên navhatî ev rêje hinekî zêdetir e. Em dê vê rêjeyê kêm bikin."

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30