Print this page

Protokolek ji bo pêşxistina şiyanên esnafan

 

 

Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Serokatiya Yekîtiya Odeyên Pîşekar û Esnafan de, ji bo ku esnafan pisporiya pîşeyî pêş bikeve, protokolek hat îmzekirin.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî û Serokê Yekitiya Odeyên Pîşekar û Esnafan Alîcan Ebedînoglu, ji bo xizmetguzariyên bikêrtir û bi kalîtetir ji gel re bên pêşkêşkirin, pisporiya pîşeyî ya esnafan pêş bikeve û gihandina di navbera saziyan de zêde bibe, protokola hevkariyê îmze kirin.

Bi protokolê re, armanc ew e ku ji esnaf û esnafên li bajêr kar dikin re lêkolîn û projeyên hevpar ên wekî geşepêdana bajêr, lêkolînên pîşeyî, pêşxistina projeyên Ar-ge yên ji bo estetîka bajarî, pêkanîna projeyên gastronomî, civakî, çandî, hunerî, werzîşî û çandiniyê, pêşxistina perwerdehiyê werin meşandin.