Li Mizgefta Navendî xebatên hawirçakiyê qediyan

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li Mizgefta Navendî ya ku li navçeya Yenîşehîrê hatiye çêkirin xebatên hawirçakî û peyzajê bi dawî kir.

Di çarçoveya xebatên peyzajê de Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li Mizgefta navendî li qadeke 21 hezar û 500 metrekare xebatên qada hêşîn, zemîn, rêya meşê û daristanê kirin.

Di xebatên peyzajê de 8 hezar metrekare wek qadeke hêşîn hat dabînkirin û 13 hezar û 500 metrekare jî wek erdekî hişk hat çêkirin.

Qada zemîna hişk ji 9 hezar metrekare hewşa mizgeftê, 2 hezar û 500 metrekare peya û 2 hezar metrekare rêya asfaltkirî pêk tê.

Ekîban li qata hewşa mizgeftê bi kevirê bazalt û malzemeyên cuda cuda cihekî estetîk çêkirin.

Li ser 8 hezar metrekare 5 hezar 53 ajar hatin çandin

Midûriyeta Park û Baxçeyan derdora Mizgefta Navendî bi 152 darên ji 11 cureyên cuda, 2 hezar û 201 kulîlk, 2 hezar û 700 kulîlkên demsalî yên havîn û zivistanê danîn û pê qadeke hêşîn a 8 hezar metrekare xemilandin.

Ji bo ku welatî bêhna xwe bidin, li Mizgefta Merkezî 25 kursî hatin danîn.

Di xebatên peyzajê de ku hewzên xemilandî jî di nav de hene, ji bo ku zarok xweş derbas bibin qada lîstikê hat danîn.

Di xebata ku 210 ronahiyên xemilandî, 18 stûnên ronahiyê û bi qasî 650 metre dîwarê dorhêlê yê bi kevir hatine çêkirin de, otoparka vekirî jî hat çêkirin.