Print this page

2 rojên din otobûsên şaredariyê bêpere ne


Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, biryar da ku 2 rojên din seferên otobûsan bê pere bike.

Xizmeta siwarbûna gel a li otobûsan a bêpere ku bi fermana Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su ji bo ku piştî erdhejê di çûn û hatinê de pirsgirêk dernekevin dest pê kir, berdewam dike.

Li gorî biryara ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve hat dayîn otobûsên aîdî Şaredariya Bajarê Mezin dê di navbera 7-8ê Sibatê de li bajêr siwariya welatiyan bêpere bidomînin.