Tîmên îtfaiyeyê yên Diyarbekirê bi ekîbeke 120 kesî beşdarî xebatên rakirina bermayên kavil û xirbeyan dibin. Ekîbên agirkujiyê ji bo welatiyên di bin xirbeyan de rizgar bikin bi hesasiyet xebatên xwe didomînin.
Tîmên îtfaiyeyê bi AFADê û ekîbên din ên rizgarkirinê veroj 24 saet xebatên xwe yên li cihên qezayê didomînin.
Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Diyarbekirê, Koordînasyona Çêkirina Rê û Binesaziyê, Daîreya Park û Baxçeyan bi kepçe, kamyon, vînç û makîneyên din ên înşaetê di rakirina gend û gelaşê de beşdar dibin.
Şorbenîsk, taştê û şîv ji 202 hezar kesî re tê dayîn
Şaredariya Bajarê Mezin, pêdiviyên stargeh û xwarinê yên welatiyên ji erdhejê zirar dîtine pêk tîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, salonên werzîşê, qadên xizmetê û Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç ji bo welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine veqetandin.
Ekîbên Midûriyeta Xizmetên Civakî hewcedariyên xwarinê yên welatiyên ji erdhejê zirar dîtine û wezîfedarên li herêma kavilan pêk tînin.
Şaredariya Bajarê Mezin heta niha şorbenîsk, taştê û xwarin pêşkêşî 202 hezar kesî li herêma erdhejê û qadên kombûnê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatî mexdûr nebin dê xizmeta xwarin û vexwarinê bidomîne.
Walî Su xebatsaxtî kirin
Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, piştî erdhejê xebatên hildana bermahiyên xaniyên hilweşiyayî ku dewam dikin, lêkolîn kir.
Walî Su, li pirsgirêkên welatiyan guhdarî kir, der barê şûngeh, kon, cih û xebatên ku didomin de agahî da welatiyan.
Di saxtîkirina Walî Su de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî jî amade bû.
Şorbenîska mobîl
Sekreterê Giştî Çîftçî, serdana komgeha Şehîd Atakan Arslan a Şaredariya Baglarê kir.
Şorbenîskaji aliyê ekîbên gerîde yên Şaredariya Bajarê Mezin ve têt belavkirin kontrol kir û xebat kordîne kirin.
Otobusên bajêr belaş in
Xizmeta çûna gel a bêpere ya ku bi fermana Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su ji bo ku piştî erdhejê di çûn û hatinê de pirsgirêk dernekevin dest pê kir, berdewam dike.
Li gor qerara ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve hatiye dayîn otobusên aîdî Şaredariya Bajarê Mezin dê heta 10ê Sibatê roja Înê saet 01.00an li bajêr bêpere di berxizmeta welatiyan de amade bin.