Înterneta belaş ji bo mexdûrên erdhejê

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li qadên civîn û konan dest bi xizmeta înternetê ya bêpere kir.
Şaredariya Bajarê Mezin ji kêliya ewil a erdhejê heta niha xebatên xwe didomîne, erzaqî ji welatiyan re peyda dike, herêma kombûnê paqij dike û gelek xizmetên din pêk tîne û bermahiyan ji xirbeyan radike.
Daîreya ITê di bin koordînasyona TURKSATê de karûbarê înterneta satelîtê ya belaş peyda dike da ku her kes bikaribe li qadên civîn û bajarên konan bi kar bîne.
Li Navenda Ciwanan a Baglarê, Sumerparkê, Park75, Koşuyolu, parka Newrozê, li nav konên mexdûrên erdhejê û qadên kombûnê xizmeta înternetê ya bêpere dikare bê bikaranîn.