Li Diyarbekirê bajarê nû yê konan tê avakirin



Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo stargeha nû ya demkî ya ku dê 4 hezar û 200 kon lê bêne vedan, dest bi xebatên binesaziyê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin di berdewamiya xebatên xwe yên ji bo dermankirina birînên welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine, ji bo şarekonê ku di bin koordînasyona AFADê de bêt avakirin xebat da destpêkirin.
Ekîbên Midûriyeta Karên Fenî, li ser erda vala ya li ser Rêya Farqînê (benda kontrolê ya berê ya ewlehiyê) xebatên binesaziyê dimeşînin.
Li ser rûbereka 190 hezar metrekare
Ekîb bi amûrên înşaatê xebatên rakirina erdê dimeşînin û li qadeke 190 hezar metrekare 4 hezar û 200 xîvet û çadiran vedidin.
Ekîbên Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê (Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê) ya Diyarbekirê jî ji bo hewcedariyên ava vexwarinê û ava şûştinê yên li herêmê bi cih bînin dê li ser binesaziya ava vexwarinê û kanalîzasyonê bixebitin.
Li konan dê tuwalet, serşok, cilşok û qadên civakî ji bo hemû pêdiviyên welatiyan bên bicihkirin.