Zarokên ji erdhejê rizgar bûne bi tenê nahêlin




 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo mexdûrên erdhejê atolyeya resimê li dar xist.
Li Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo zarokên erdhej lê qewimî ji psîkolojiya erdhejê xilas bibin çalakiyên cur bi cur li dar dixe.
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî zarokên malbatên ku xwe spartine Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç û li wir vedihewin, bi tenê nehiştin.
Mamoste û hunermendên şanoyê ji bo zarokan atolyeya wênesaziyê li dar xistin. Zarokên ku resiman çêdikin û boyaxê dikin, firsend dîtin ku ji psîkolojiya neyînî ya ku tê de bûn xilas bibin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê jî li bajarên kon û çadiran dersxane çêkirin û ji bo zarokan çalakiyên cuda li dar xistin.
‘Divê em zarokan derman bikin’
Rêvebera Giştî ya Şanoyên Bajêr a Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) Handan Ekîcî bi bîr xist ku wan ji kêliya ewil a erdhejê ve Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç ji bo mexdûrên erdhejê terxan kir.
Ekîncî destnîşan kir ku ew pêdiviyên mal û xwarinê yên 3 hezar kesên li navendê bi cih tînin û wiha got:
“Me li navenda xwe xizmetên wek belavkirina xwarinê dikirin. Me îro got “Em cara ewil bi zarokan re atolyeya wêneyan çêkin”. Me xwest em zarokan ji kaosa mezinan derxin. Hefteyek e bi malbatên xwe re dijîn. Ew tiştên ku malbatên wan ji wan re gotine tomar dikin. Em nikarin fikr û stresa wan ferq bikin. Divê em zarokan şîfa bikin. Ev navendeke çandî ye, em hemî baş dizanin ku hunerek hêza dermankirinê çawa ye. Hem zarok û hem jî em ê hewl bidin bi xebatên wek wêne, şano û muzîkê bên rehabîlîtekirin.”
"Me bi hevalên xwe re mîna dibistanê boyax kir"
Celîle Gulmez a 9 salî ya ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku bêriya dersê kiriye û wiha got: “Me bi hevalên xwe re jî mîna dibistanê boyax kir. Ev çalakî ji bo me pir xweş bû, dibistan anî bîra me."
Yek ji xwendekaran Yusuf Guney ê 14 salî jî wiha got:
“Me di bin çavdêriya mamosteyên xwe de boyax kir. Em di erdhejê de tirsiyan, ji ber vê yekê vê hinekî bala me kişand, em bi hevalên xwe re bûn, em pir kêfxweş bûn.”