Otobûsên şaredariyê dê bêpere xebatên xwe bidomînin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, biryar da ku seferên otobûsên bêpere yên ku piştî erdhejê dest pê kiribûn heta 24ê Sibatê (24ê Sibatê jî di nav de) dirêj bike.

Xizmeta komsiwariya bêpere ya ku bi fermana Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su ji bo ku piştî erdhejê di çûn û hatinê de pirsgirêk dernekevin dest pê kir, berdewam dike.

Di çarçoveya qerara ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve hat dayîn de otobûsên aîdî Şaredariya Bajarê Mezin 24ê Sibatê heta saet 01.00ê şevê dê bêpere welatiyan li otobûsan siwar bikin.