Li Diyarbekirê avahiyên ziyana giran pê ketî tên rûxandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, dest bi hilweşandina 35 avahiyên ku piştî erdhejê tavilê biryar hat dayîn bên hilweşandin kir.

Piştî erdhejên li Mereşê ekîbên teknîkî yên Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê li seranserê bajêr xebatên xwe yên tesbîtkirina zirar û ziyanan didomînin.

Di lêkolînên ku hatin kirin de, avahiyên ku ziyan pê ketibûn û qusûr lê hene û ewlehiya can û malê welatiyan tehdîd dike lew divê demildest bên hilweşandin hatin tespîtkirin.

Bi koordîneya Şaredariya Bajarê Mezin, ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve biryar hat dayîn ku ji 20ê Sibatê ve li navenda bajêr li navçeyên Sûr, Yenîşehîr û Baglarê di qonaxa ewil de 35 avahî bên hilweşandin.

Di vê çarçoveyê de li Taxa Mewlana Xalîd a navçeya Baglarê bi destê sibê re hilweşandina avahiya 9 û 10 qatî ya li kolana Cengîzler û avahiya 10 qatî ya li kolana 485an dest pê kir.

Ji bo ku di hilweşandina ku tedbîrên ewlehiyê hatin girtin de toz û dûxan zêde belav nebe, ekîban avahî av da.

Li gel van avahiyên ku di nav de avahiyên din ên ku demildest biryara hilweşandinê ji bo wan hatiye dayîn, ku kargeh û mizgeft jî hene, dê bi awayekî kontrolkirî werin hilweşandin.