Pisîka dawî hat derxistin û xebata rizgarkirinê qediya

 

Di xebata ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û AFADê hat kirin de li Navenda Kargeha Galeria û derobera wê 13 pisîkên ku di erdheja navenda wan Mereş de zirareke mezin dîtine, hatin xilaskirin.

Bi koordîneya Şaredariya Bajarê Mezin, Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê, di serî de li navçeyên Sûr, Yenîşehîr û Baglarê yên navenda bajêr, ji bo hilweşandina 35 avahiyên ku zirareke mezin dîtine, xebatan dest pê kir.

Di vê çarçoveyê de hilweşîna ku piştî temambûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Navenda Kargeha Galeria û derobera wê ya li navçeya navendî Yenîşehîrê bi awayekî kontrolkirî dest pê kiribû, hat diyarkirin ku di hundir de pisîk hene.

Ekîbên Îtfaiyeyê û AFADê ji 22yê Sibatê vir ve li noqteyên diyarkirî yên avahiyê qefesan bi vînçê bi cih dikin.

Di encama xebatan de 13 pisîk hatin rizgarkirin û muayeneyên ewil ji aliyê beytarên girêdayî Wezareta Karên Tenduristiyê ve hatin kirin. Paşê pisîk radestî xwediyên wan hatin kirin.

Hêjayê gotinê ye, di encama pirs û hevdîtinên bi şêniyên avahiyan re û lêkolînên berfireh ên lêgerîn û xilaskirinê de derket holê ku di binê kavilan de tu pisîk nemane.