Şaredariyê 6 hezar û 200 mexdûrên erdhejê vehewandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, 6 hezar û 200 welatiyên ku di erdheja 6ê Sibatê ya li navenda Mereşê pêk hat de 12 rojan di tesîsên xwe de kirin mêvan.

Şaredariya Bajarê Mezin, Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç, Kayapinar û Mala Bêhnvedanê ya li Şehîtlix û Peyasê, Navenda Jiyana Çalak, Çerxûşa Bagcilarê, Avahiya Xizmetên Civakî ya Sumerparkê, Pirtûkxaneya Sumerparkê, Salona Pêşangehê ya Sumerparkê, ji bo parastina ewlehiya jiyana welatiyan dabîn kir.

 Şaredariya Bajarê Mezin ku her danê xwarinê pêdiviyên xwarin û vexwarinê yên 6 hezar û 200 welatiyên ku di tesîsên wê de vehewiyan bi cih anî, ji bo zarok rojên xwe yên dijwar derbas bikin çalakiyên werzîş û lîstikê yên piştgiriya civakî li dar xistin.

Li qadên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin amadekirin, zarok tevî perwerdekaran beşdarî çalakiyên weke boyaxkirin û rengandina rûwî, lîstikên hiş û zêhnhişîyê bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi psîkolog, civaknas, şêwirmendên malbatê û rêberên giyanî re alîkariya derûnî-civakî da jinên bûne mexdûrên erdhejê û malbatên wan.

Şaredariya Bajarê Mezin a ku hewcedariyên welatiyan ên wekî cil, pêlav, pelûl, destmalên şil, xwarina zarokan, paç û betaniyên hîjyenîk bi cih tîne, xebatên şuştin û ziwakirina cilşûştinê ya welatiyan li Cilşoxaneya ku Navenda Jiyana Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ye, didomîne.