Li Yîgîtçavuşa Sûrê şebekeya avê têt danîn

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li Taxa Yîgîtçavuş a navçeya Sûrê ku qadeke nû ye xebatên binesaziyê didomîne.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) xebatên binesazî û şebekeyên ava vexwarinê yên ji bo şêngehên nû didomîne.

Di çarçoveya xebatên ku DÎSKÎ li Taxa Yîgîtçavûş a navçeya Sûrê dimeşîne de 10 hezar û 842 metre xeta şebekeya ava vexwarinê û 350 girêdana aboneyan tên çêkirin.

Di çarçoveya xebatên binesaziyê de dê 14 hezar û 352 metre xeta şebekeya kanalîzasyonê bê danîn, 70 odeyên teftîşê, îstasyoneke pompeyî û 309 metre xeteke bilindkirinê bê çêkirin.

Çîftçî çavdêrî li deverê pêk anî

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, bi Midûrê Giştî yê DÎSKê Firat Tutşî re li herêmê çavdêrî kirin.

Çîftçî ku li herêmê geriya û der barê xebatên ku ji aliyê şefên yekîneyan ve tên kirin de agahî girt, rê û rêgehên nû yên ku dê li taxê bên çêkirin jî saxtî kirin.

Çîftçî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li bajarê me taxeke din a xweş heye. Xebatên kanalîzasyon, ava vexwarinê û rêya taxa me ji aliyê Şaredariya me ya Bajarê Mezin ve bi awayekî plankirî tên meşandin.”