Şaredarî li Mereşê xebatên xwe didomîne

 

Xebatên "Bajarê Bazarê" yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li Mereşê dabûn destpêkirin û piştî erdhejê zirareke mezin dîtibû, dewam dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên ji bo asayîkirina jiyana bazirganî ya li Mereşê konteyniran datîne.

Serokatiya Daîreya Zanistê dest bi danîna konteynerên her yek ji 30 metrekareyî li Parka Çandê ya li Bulvara Sandalzade ku jiyana bazirganî lê zêde ye, kir.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ku heta niha sazkirina 16 konteyniran temam kirine, plan dikin ku bi tevahî 50 konteyniran bi cih bikin.