Xwendekarên Bîlgievîyê hatina Remezanê pîroz kirin

 

Xwendekarên Bîlgieviyê yên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de perwerde dibin, hatina meha Remezana pîroz bi çalakiyan pîroz kirin.

Li Bîlgieviya Navendî û Selahaddîn Eyyûbî yên girêdayî Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê ji bilî perwerdeyê ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn xebatên civakî-çandî tên lidarxistin.

Di çalakiyên ku bi boneya hatina meha Remezana pîroz hatin lidarxistin de, mamosteyên Çanda Olî û Zanistên Exlaqî li ser girîngiya meha Remezanê, alîkarî û kirina karên qenc, harîkariya bo feqîr û sêwiyan û gelek tiştên din agahî dan xwendekaran.

Xwendekarên ku bi şêwirmendiya mamosteyên xwe der barê mijarên ku meraq dikin de agahdar bûn, li kurtefîlmên meha Remezanê temaşe kirin. Perwerdekaran der barê ayet û hedîsan de agahî dan xwendekaran.

Xwendekaran helbestên resen ên ku wan ji bo meha Remezana pîroz, sultana yanzdeh mehan, hatine honandin, xwendin.

Bernameya ku xwendekarên Kulûba Hunerên Dîtbarî berhemên xwe yên ku ji aliyê mamosteyên wan ve hatibûn amadekirin pêşandan, bi xwendina îlahiyan û awazên qesîdeyan bi dawî bû.