DÎSKÎyê firsendeke nû ji bo deynê avê aşkere kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, aşkere kir ku ew ê deynên aboneyên futareya avê yên berî 31ê Kanûna 2022an, sererastkirinekê pêk bîne û bi vê mebestê faîza derengmayînê û cezayên wan ên berhevbûyî, daxîne.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji bo ku welatiyên ku deynê wan ê avê li Diyarbekirê heye karibin ji vê rêziknameyê sûdê wergirin, bi Qanûna Vesazkirina Hin Îdîayan a di 09.03.2023an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û qanûnî hat kirin, biryarek aşkere kir.

Aboneyên ku berî 31ê Kanûna 2022an deyndarê fatûreya avê ne, faîz û cezayên wan dereng mane û dixwazin ji vê derfeta nû sûd werbigirin, divê heta 31ê Gulana 2023an serî li DÎSKÎyê bidin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, diyar kir ku armanca wan ew e ku bi awayekî herî hêsan hemû deyndar ji bin barê deynê xwe xilas bikin.

Tutşî weha axivî:

“Armanca me ew e ku bi awayekî herî hêsan hemû deyndaran ji barê deynê xwe rizgar bikin. Em faîz û cezayên derengketî ên aboneyên xwe yên ku serlêdan dikin jê dibin. Ji 20ê Adara 2023an pê ve serlêdanên me dest pê kirin. Ez bang li hemû welatiyên me yên xwedî deynê avê dikim ku ji vê derfeta girîng sûd werbigirin.”

Deyn dabeşî 48 teqsîdan dibe

Tutşî bal kişand ser wê yekê ku welatî dikarin bi rêya nuqteyên peredana DÎSKÎ, Alo 185 û malpera DÎSKÎyê der barê pêkanînê de agahiyên berfireh bi dest bixin.

“Em rê didin aboneyên xwe ku li gorî ku dixwazin bi pere an jî bi teqsîtan heta 48 mehan deynê xwe bidin. Em difikirin ku aboneyên me yên ku nekarîn ji pêkanînê berê sûd werbigirin û nekarîn pereyên xwe temam bikin her çend dest bi sûdwergirtinê bikin jî dê ji vê derfetê sûd werbigirin."

Derfeteke mezin ji bo projeyên mezin

Tutşî diyar kir ku 100 hezar û 927 abone dikarin ji kampanyayê sûdê werbigirin.

“Em vê ji nû ve avakirinê di nava DÎSKÎ û welatiyên xwe de weke firsendeke mezin dibînin. Weke DÎSKÎ me ji bo Amedê dest bi veberhênanên mezin kir. Em dixwazin deftera deynên berê bên girtin û li ser van veberhênanan bisekinin."