Â
Walî û Alîkarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Alî Îhsan Su, li konê fitarê yê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatibû vedan, bi welatiyan re fitara xwe vekir.
Walî Su ku beriya fitarê di konê fitarê yê li Qada Dagkapiyê de demekê bi welatiyan re sohbet kir, xwest ku meha Remezana rehmet û efûyê, bibe wesîleya xêrê.
Walî Su ku bi welatiyan re nimêj kir, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî jî di bernameya fitarê de amade bû.
Konên fitarê li 3 nuqteyên cuda xizmetê dikin
Daîreya Xizmetên Civakî; li Meydana Dagkapi, Meydana Mizgefta Kurşunlu, li kolana Cengizler a Baglarê konên fitarê yên rojane ji bo 6 hezar kesî fitarê didin, vedane.
Her wiha di meha Remezanê de ji welatiyên ku li mêvanxaneya nexweş û xizmên nexweşan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin vedihewin, fitar û paşîvê terxan dike.