Â
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di meha Remezanê de bi temaya "Ji bo Jiyaneke Tendurist Spora Êvarê" xizmetên bêpere pêşkêşî welatiyan dike.
Dezgeha Xizmetên Ciwanan û Werzîşê piştî fitarê li şûna spora sibehê dest bi werzîşa êvarê kir û bi meha Remezanê re bêhnvedan girt.
Li parkên bajêr hefteyê 6 rojan saet di navbera 20.00 û 22.30an de dê perwerdehiya werzîşê bi rahêneran bê dayîn.
Li Parka Anit, Parka 75, Tema Park, Koşuyolu, Biratî, Meydana Kent, Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê û parkên Seyrantepe TOKÎ welatî dê bi tevlêbûna jin û mêran ji xizmetên temrînên bedenî, meş, bazdan û xwarina bi tendurist bibin.