Xebatên çandina kulîlkên demsalî berdewam dikin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo bajarekî hê estetîk û hêşîntir xebatên çandina kulîlkan didomîne.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di nav 15 rojên dawî de li navçeyên Yenîşehîr, Baglar, Kayapinar û Sûrê 72 hezar û 645 kulîlkên demsalî yên demsala zivistanê li tesîsên xwe hilberandin.

Di xebatan da ekîban li Bulvara Firatê 26 hezar û 540, Bulvara Elezîzê 11 hezar û 640, hawirdora Birca Keçikê 5 hezar û 41, li ser rêya Rihayê 3 hezar û 600, li îbadetxaneyan (dêr û mizgeft) 6 hezar, li şehîtgehên bajêr 4 hezar û 920, li hawirdora Yenî Halê 6 hezar û 864 binefş û û 8 hezar û 40 kulîlk li Meydana Şeyh Seîd çandin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di çarçoveya bernameya ku diyar kiriye de dê anîna kulîlkên demsalî û axê ji bo naverê, xaçerê û parkan bidomîne.