Nivîskar Bekir Develî bi gelê Diyarbekirê re

Nivîskar Bekir Develî di çarçoveya salnameya çand û hunerê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo meha Remezanê amade kiriye de bi xelkê Diyarbekirê re hat cem hev.

Salnameya Çalakiyên Çand û Hunerê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya "Demsala Çand û Hunerê ya Sezai Karakoç" de ji bo meha Remezanê amade kir, dewam dike.

Nivîskar Bekir Develî di çarçoveya xebatên sohbetên Remezanê yên di salnameya ku bi şîara "Remezan li Diyarbekirê cuda ye" ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve hatiye amadekirin de hevpeyvînek kir.

Develî bi çîrokên ku di hevpeyvînê de vegot û ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat.

"Em wek malbat beşdarî çalakiyan dibin"

Ji temaşevanan Kerîm Tuncay jî diyar kir ku ewî bi hezkirin Bekir Develî şopandiye û bi dîtina nivîskar li Diyarbekirê gelekî kêfxweş bûye.

Tuncay anî ziman ku ew Develî ji bo ciwanan wekî çavkaniya îlhamê dibîne û diyar kir ku ew bi çîrokên xwe ciwanan motîve dike.

Tuncay wiha got:

“Ez salnameya meha Remezanê ya Şaredariya Bajarê Mezin dişopînim. Rojekê sohbet, rojekê bernameya şanoyê, rojekê bernameyek li ser wêjeyê, em bi malbatî beşdarî çalakiyan dibin. Em di meha Remezanê ya tije re derbas dibin. Em gelek spasdarê Şaredariya Bajarê Mezin in.”

Yek ji beşdaran Yusuf Damici jî gotr ku wan bername pir eciband û diyar kir ku salnameya Remezanê bi taybetî bangî ciwanan dike.