Ji Diyarbekirê bo Semsûrê alîkariya ava vexwarinê

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ava vexwarinê şand Semsûra ku yek ji wan wîlayetan e ku felaketa erdhejê lê pêk hatiye û ziyaneke mezin dîtiye.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo birînên piştî erdhejên 6ê Sibatê yên li Mereşê bipêçin, xebatên xwe didomîne.

Midûriyeta Xizmetên Piştevaniyê 5 lître 25 hezar şûşeyên ava vexwarinê ya ku ji kargeheke hilberînê ya li bajêr kirî bi kamyonê şand Semsûrê.

Şaredariya Bajarê Mezin dê li Diyarbekir û bajarên din ên ji erdhejê zirar dîtine xebatên xwe yên piştgiriyê bidomîne.