Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, beşdarî merasima belavkirina tovê "Birinca Qerejdaxa Diyarbekirê ya qeydkirî" ya li cotkaran bû.
Li navçeyên Çinar, Çermûg, Baglar, Hezro, Erganî û Yenîşehîrê di çarçoveya projeya "Pêşxistin û Belavkirina Hilberîna Birinca Qerejdaxê" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Wezareta Çandiniyê ve bi hevparî tê lidarxistin, 180 ton tovên rizê li 110 cotkaran hat belavkirin.
Walî Alî Îhsan Su di merasima belavkirinê ya ku li ber Salona Civînê ya Şaredariya Bajarê Mezin Alî Emîrî hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku Diyarbekir di her qadê de xwedî potansiyeleke girîng e.
"Em ji bo pêşxistin û belavkirina birinca xwe projeyan çêdikin"
Walî Su destnîşan kir ku bajar di sektora çandiniyê de di warê genim, ceh, pembû û berhemên bi vî rengî de xwedî potansiyeleke pir girîng e.
“Berhemên me yên pir taybet hene. Yek ji van berheman Birinca Qerejdaxê ye. Taybetmendiya vê herêmê ye, dikare li vê herêmê were çandin. Cureyekî birincê ye ku bi bîhn, çêj û xwarina xwe ve ji her alî ve ji birincên din cuda dibe. Di vî warî de ji bo pêşxistin û belavkirina birinca xwe em projeyan çêdikin.”
Walî Su bi bîr xist ku Birinca Qerejdaxê di sala 1992an de ji aliyê GAPUTAEMê ve hat qeydkirin û di sala 2018an de qeyda erdnîgarî wergirt.
Walî Alî Îhsan Su axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Pêşveçûn û belavkirina Birinca Qerejdaxê di nav armancên me de ye. Em ê her sal xebatên xwe ji bo cotkarên xwe bidomînin, da ku cotkar zêdetir çandiniyê bikin û dahata zêdetir bi dest bixin û ev cure birinc li welatê me zêdetir were xwarin. Ji hemû cotkarên me re serkeftin û qezencên zêde dixwazim."
Piştî axaftinan bername bi belavkirina tovî û kişandina wêneyan a komê bi dawî bû.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, Midûrê Bajarvaniya Çandinî û Daristanan Mustafa Ertan Atalar, Alîkarên Sekreterê Giştî û Serokên Daîreyan û cotkar di vê bernameyê de hazir bûn.