Â
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, destekê dide lêgerîna 3 kesên bi wesayita xwe li devera Ovacikê di 21ê Nîsanê de di Çemê Munzûrê wer bûbûn û winda bûne.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Baran Aslantaş (22), Azad Demîral (21) û Mehmet Can Demîral (22) ku ji Diyarbekirê diçûn Dersîmê û di Çemê Munzûrê de winda bûn,  dewam dikin.
1073 kes ku ji cendirme, Tîma Rizgarkirina Tibî ya Neteweyî (UMKE), Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî, şaredarî, agirkuj, polîs, endamên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê û dildarên AFADê pêk tên, beşdarî xebatên ku bi serperiştiya Afata Parêzgehê tên kirin dibin. Midûriyeta Rewşa Lezgîn (AFAD) bi koordînasyona Walîtiya Dersîmê vê xebata hewarçûnê birêve dibe.
Ekîbên Agirkujiyê yên Diyarbekirê jî bi amûrên teknîkî û xebatkarên xwe piştgiriyê didin xebatên lêgerînê yên li herêmê.