Â
Â
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li Meydana Bajêr a Kiliçarslan a Farqînê ya 1ê a ku gelek qadên çalakiyê lê hene, xebatên xwe didomîne.
Li Meydana Kiliçarslan a Farqînê ya 1emîn a ku Midûriyeta Park û Baxçeyan li qadeke giştî ya 16 hezar û 711 metrekare çêkiriye ji sedî 60ê xebatan qediyan.
Piştî ku di çarçoveya xebatên binesaziyê de danîna tesîsên avdanê bi dawî bû, ekîb xebatên xwe yên di çêkirina dîwarên ragirtinê, qadên amfî şano û kafeteryayê de didomînin.
Dê ji 7 hezar û 190 metrekare qada hêşîn pêk were.
Di projeya ku 7 hezar û 910 metreçargoşeyî dê wek qadeke hêşîn were bikaranîn, 354 darên bi 11 cureyên pel û derziyê û 1814 şitilên ji 6 cureyên cuda cuda bêne danîn.
Ji bo ku ji şêniyên navçeyê re cihê bêhnvedanê bê çêkirin, dê 76 textebendên rûniştinê yên bi mezinahiyên cuda û 20 maseyên li qadên diyarkirî yên qadê bên danîn.
Li Meydana Bajêr a Kiliçarslan ku dê 30 metrekare hewza hişk û 135 metrekare hewza normal lê bê çêkirin, ji bo welatiyan bi tevahî 6 hezar û 207 metrekare qada meşê ya ku ji bazalt û kevirê kubeyê tê çêkirin, bê çêkirin.
Qada lîstikê ji bo zarokan
Midûriyeta Park û Baxçeyan ji bo kêfa zarokan beşek ji qada 16 hezar û 711 metrekare veqetand. Dê li ser 685 metrekareyî ji bo biçûkan komên lîstikê bên çêkirin.
Her wiha li Qada 1'emîn a Bajarê Kiliçarslanê qehwexaneyek 170 metrekare jî wê hebe û di beşên diyarkirî de hêmanên ronahiya şevê bên bicihkirin.