6 hezar pirtûk diyarî xwendekarên Lîseya Akademîk kirin

 

Ji bo xwendekarên Lîseya Akademîk ên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de perwerdehiya xwe didomînin û xwe ji bo îmtîhanê amade bikin, 6 hezar pirtûk hatin dayîn.

Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Şaxa Projeyan a Şaredariya Bajarê Mezin ve tê meşandin de, pirtûkên ku Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê diyarî xwendekarên zanîngehê dikin, radestî xwendekaran tên kirin.

Di çarçoveya projeyê de Sekreterê Giştî Abdullah Çîftçî, pirtûkên xwe pêşkêşî xwendekarên Lîseya Akademîk ên ku di bin banê Beşa Xizmetên Ciwan û Sporê de ji bo îmtîhana zanîngehê amade ne, kirin.

Çîftçî di axaftina xwe ya bi xwendekaran re di dersê de serkeftin ji xwendekaran re xwest û şîret li wan kirin.

Ligel Sekreterê Giştî Çîftçî, Alîkarê Sekreterê Giştî Veysel Kizilay û Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê Omer Bugday jî di bernameyê de amade bûn.

Li Sûrê heta niha bi giştî 6 hezar pirtûk hatine belavkirin, ew ê li xwendekarên Lîseya Akademîk a Şehîd Alî Gaffar Okkan, Dîcle, Çûngûş, Sîlvan El-Cezerî, Hanî Xatûniye û Mêvanxaneya Mala Keçan bên belavkirin.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31