Rêya otobûsan heta gundê Şahîna yê Çinarê dirêj bû

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li ser daxwaza zêde ya welatiyan rêya xeta otobusê ya kod H3 ya ku di navbera otogara navçeyan a rojhilatê - Taxa Belekê ya Çinarê de xizmetê dike, heta Taxa Şahîna dirêj kir.

Daîreya Veguhastinê rêyeke zêde çêkir da ku welatiyên li taxên ku heta niha xizmetguzariya çûnûhatina giştî nehatine dabînkirin, karibin pêdiviyên xwe yên nexweşxane, perwerdehî, bazirganî û veguhestina navenda bajêr bi awayekî ewle û rehet bi cih bînin.

Rêya xetê ku dê ji 17ê Gulanê roja Çarşemê dest bi xizmetê bike wiha ye:

Otogara Navçeyan a Rojhilatê - Mehmet Akif Ersoy Bul. - Sezai Karakoç Bul. – Rêya Mêrdînê ya Nû – Çarîklî – Batikarakoç Mah.- Rêya Wêranşarê – Ovabağ Mah. – Belek Mah. – Navçeya Karasungur (58 Km.)