Di bin banê Walîtiya Diyarbekirê de bi koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê, projeya "Zarok Dîrokê Diafirînin" hat pêkanîn.
Projeya ku bi mebesta ku zarokên Diyarbekirê li şûna lehengên nîgaşî û sexte kesayetên dîrokî nas bikin û hişmendiya netewî bi dest bixin de, ji pirtûkan heta bûyeran, ji nameyan heta lîstikên şanoyê gelek berheman li xwe dihewîne.
Di çarçoveya projeyê de xwendekarên Dibistana Seretayî ya Alî Kuşçu ya li Taxa Bagcilara navçeya Baglarê bi rêzeya "Zarokên Dîrok Dinivîsin" ya ji 100 pirtûkan pêk tê ku jiyana kesayetên girîng ên ku bûne parçeyek civakê di nav xwe de dihewîne hatin dayîn.
Bi çalakiya ku li baxçeyê dibistanê hat lidarxistin, zarokan hem tiştên ku hîn bûne nîşan dan û hem jî bi nîşandana karakterên lehengên ku dixwînin, demeke xweş derbas kirin.
Çalakî bi vekirina pêşangeha berhemên ku zarokan di bin bandora lehengan de çêkirine bi dawî bû.
Her wiha di dawiya projeyê de her zarokekî ku bixwîne û hînî 100 lehengan bibe û ji malbata xwe re bêje dê bi madalyayeke taybet bê xelatkirin.
Ji xwendekaran Ahmet Eymen Dalli jî diyar kir ku bi saya vê projeyê ew ji pirtûkên ku xwendine gelek tiştî hîn bûye. Dalli diyar kir ku wî bi Dede Korkut lîstiye û got ku ew gelekî kêfxweş e.
Azîz Samet Ceylan ê ku fîgurê zanyar Azîz Sancar nimayîş dike jî wiha got: “Di xwendina Azîz Sancar de ez hînî gelek tiştan bûm. Ez jî mîna wî dixwazim bijîşkîyê bixwînim û di pêşerojê de bibim zanyar.”
Omer Faruk Kaş got ku ewî jî nimayîşa Pirî Reîs lîsyt û ew pir kêfxweş bû. Kaş da zanîn ku bi saya projeyê jiyana Pîrî Reîs hîn bûye.