Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, kanalîzasyonên ku ji ber çopê xitimî ji nû ve çalak dike, pêşî li neyînîyan digire.
Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Diyarbekirê, ekîbên ku di kanalîzasyonên ku ji ber bermahiyê nexebitîn de dixebitin bi kamyonên waqûmê dixebitin, bi vî awayî pergala xebatê bêkêmasî misoger dikin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî ku xebatên ku li navçeya Kayapinarê tên kirin dişopîne diyar kir ku ew di şebekeya kanalîzasyonê da li gor prensîba 24/7ê bi 22 ekîbên cuda yên ji 116 kesan pêk tên dixebitin.
Tutşî weha got:
“Ji bo parastina tenduristiya welatiyên xwe em bi şev û roj di toreyên ava vexwarinê, ava bahozê û kanalîzasyonê de xebatên lênêrînê û sererastkirinê dimeşînin. Tîmên me demildest kêmasiyan tespît dikin û pirsgirêkan çareser dikin. Ji bo ku sîstem bi tevayî bi bandor bixebite, çopê malê û kolandinê neyên avêtin xetên kanalîzasyonê.”