Â
Â
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi boneya 21ê Gulanê Roja Şîrî ya Cîhanê, şîr pêşkêşî xwendekarên biçûk kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 21ê Gulanê Roja Şîrî ya Cîhanê ku her sal di 21ê Gulanê de tê pîrozkirin, ji bo feydeyên şîr vebêje û wate û girîngiya rojê destnîşan kir.
Ekîbên Kontrola Xwarinê yên girêdayî Midûriyeta Karên Tenduristiyê di çarçoveya bernameyê de çûn serdana Dibistana Seretayî ya Îsmet Paşa ya navçeya Sûrê.
Ekîban der barê Roja Şîrî ya Cîhanê de xwendekar agahdar kirin û şîr pêşkêşî biçûkan kirin.
Ekîban ji xwendekaran re jî xebatên pişkînîna ku ji aliyê welatiyan ve tên kirin da ku bigihêjin xwarinên ewledar.
Midûriyeta Karên Tenduristiyê di çarçoveya bernameya ku hatiye diyarkirin de dê serdana dibistanên din ên bajêr jî bike.