Pirsgirêka ava Aynkebîrê ya li Hanîyê çareser bû

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo çareserkirina pirsgirêka coyên avê yên Aynkebîrê yên ku li navçeya Hanî ya ji ber xirab bi kar anîne hatine girtin, dest bi xebatê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bikaranîna bikêrhatî ya Ava Aynkebîrê ya ku ji ber bikaranîna nebaş xitimî û zerar da qatên avahiyan, bi taybetî Medreseya Xatûniye ya dîrokî ku li navenda bajêr bi awayekî nerêkûpêk diherikî, proje amade kir.

Bi projeya ku ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Gundan ve tê meşandin, pirsgirêka 50 salî ya navçeyê dê bi gihandina avê ji cotkaran re bê çareserkirin.

500 cotkar dê jê sûd werbigirin

Di çarçoveya xebatan da ekîb wê 250 metre kanala trapezoîdî, 15 kulpên soketên zeviyê, 2 kolberên 180 metre û 50 metre dirêjî û 600 metre lûleyan deynin.

Şaredarê Haniyê Îbrahîm Lale û Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Nîhat Nurbaki xebat lêkolîn kirin û agahî girtin.

Piştî ku proje bi dawî bû dê ava Aynkebîrê bi rêyên ku bên çêkirin ji cotkaran re bê dayîn.

Nêzîkî 500 cotkar dê ji xebata ku tê xwestin qadeke 800 dekarî av bidin, sûd werbigirin.

Ava Aynkebîrê

Çavkaniya ava ku li binê Mizgefta Mezin a Hanîyê ye û di nav gel da wek Ankebîr tê naskirin, ne diyar e.

Av bi 9 kevanan ji bendeyê derdikeve û hewzeke mezin tijî dike, paşê di rêyan de bi 3 kevanan di malan re derbas dibe û can dide hemû zeviyên li aliyê başûrê navçeyê. Yekane çavkaniya avdanê ya navçeyê ye.