Li Diyarbekirê ji bo şehîdên Fethê mewlûdê hat xwendin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi minasebeta 1384emîn salvegera Fetha Diyarbekirê mewlûd hat xwendin.

Welatî bi salnameya çalakiyan a ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo 1384'emîn salvegera Fetih Diyarbekirê amade kiriye, Hefteya Fethê pîroz dikin.

Di çarçoveya çalakiyê de beriya nimêja înê li Mizgefta Mezin bi boneya “Hefteya Fethê” mewlûd hat xwendin û îlahî hatin xwendin. Di bernameyê de Miftiyê Parêzgehê Îmamoglu Fetih Diyarbekirê ji welatiyan re vegot û bal kişand ser girîngiya bajêr di dîroka Îslamê de.

Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, piştî mewlûdê ji welatiyan re dehf da.

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê berê Mehdî Eker, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç, nûnerên saziyên sivîl û saziyên gel beşdar bûn.

Di çarçoveya bernameyê de 27ê Gulanê saet 04.00ê Mizgefta Hz. Suleyman li Îçkaleyê dê heta meş bê kirin û dûvre li kêleka Tirbeyên Sehabiyan nimêj bê kirin.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31