Ji bo xwendekaran semînera "Pêşîlêgirtina Madeyên Hişber"

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo xwendekaran semînera "Pêşîlêgirtina madeyên hişber" li dar xist.

Navenda Piştgiriya Şêwirmendiya Siyaseta Madenê ya girêdayî Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Werzîşê semîneran li dar dixe da ku zirarên titûn, alkol û tiryakê ji tenduristiya xwendekaran re rave bike.

Di vê çarçoveyê de psîkologan semîner dan xwendekarên li Lîseya Anadoluyê ya Şehîd Omer Halisdemir dixwînin.

Psîkologên pispor ên ku bi kurtefîlm û slaytan tedbîrên pêşîlêgirtinê yên li hemberî tiryakê û tiştên ku divê bên kirin ji xwendekaran re vegotin, pirsên ku xwendekar meraq dikirin bersivandin.

Navenda Piştgiriya Şêwirmendiya Tedbîriya Madeyên Hişber dê li dibistanên MEB, li Malên Zanînê, Lîseyên Akademiyê û navendên piştgiriya malbatê semîneran bidomîne.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31