Li derwazeyê Gêlê xebatên hawirçakiyê pêk hatin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo ku derwazeyê navçeya Gêlê hê bêtir spehî û estetîk xuya bike xebatên peyzajê û hawirçakiyê yên ku ev pêlek e dabûn destpêkirin bi dawî kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, derwazeyê navçeya Gêlê ya ku di warê turîzma bajar û baweriyê de xwedî cihekî pir girîng e, ji nû ve sererast kir.

Midûriyeta Park û Baxçeyan ji bo ku têketina navçeyê bi estetîktir xuya bike li qadeke giştî ya 11 hezar û 288 metrekare xebat meşandin.

Di çarçoveya çaksaziya hawirdorê de ekîban bi armanca pêşwazîkirina mêvanên ku tên navenda navçeyê û bi rêkûpêk bi rê ve dibin, bi depoya avê ya bi kapasîteya 40 ton, sazkirina avdana dilopan, tabelayên ronîkirinê xebatên ronîkirinê kirin.

Bi projeyê re 158 cureyên darên belgên wan pah, 133 ajarên dirextan û 16 hezar û 542 çîçek çandin û li tevahiya herêmê mêrg û çîmen hat çandin.