Xwendekaran Roja Jîngehê ya Cîhanê pîroz kirin

 

 

Xwendekarên ku li Navenda Zanînê ya Navendî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dixwînin, bi boneya 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê çalakiyek li dar xist.

Li Mala Zanînê ya Navendî ya ku di bin banê Beşa Xizmetên Ciwan û Sporê de dixebite, perwerdekaran li ser hişyariya hawirdorê û veberanînê slayt û kurte vîdyo dan temaşekirin.

Di bernameya ku bal hat kişandin ser girîngiya veberanînê de xwendekaran mijarên ku meraq dikin ji mamosteyan pirsîn û zanyarî bi dest xistin.

Di bernameyê de bal kişandin ser kêmkirina bermahiyê, nehiştina bermahiyê, xwendina helbestên bi mijara siberojeke saxlemtir û paqijtir, ji her kesî xwest ku ji bo jîngeheke paqij berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Xwendekarên Mala Zanînê ya Navendî ku tevahiya salê ji bo pêşîgirtina li qirêjiya xwezayê dixebitin, di nava 3 salan de 30 kîlo bataryayên bermayî berhev kirin.