Zabiteyan kontrola taksîvaniya korsan kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li navçeya Erxeniyê di bin kordînasyona Midûriyeta Polîsan de li dijî şofêrên taksiyên korsan pişkinîn pêk anîn.

Ekîbên Midûriyeta Zabiteyan ji bo qeydkirina sewqiyata taksiyê, pêşîgirtina li sewqiyata korsan û xebatên veguheztinê bi rêkûpêk kontrolên xwe didomînin.

Ekîbên ku li navçeya Erxeniyê kontrol dikin bi welatiyan re hatin bal hev û der barê taksîvaniya korsan de agahî dan.

Kontrolên Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Midûriyeta Zabiteyan a li navenda bajar û navçeyan a Diyarbekirê ji bo sewqiyata korsanan dê dewam bike.