Refûjên bajêr bi kulîlkan hatin xemilandin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, navend û xaçerêyên bajêr bi 700 hezar kulîlkên demsalî yên ku di tesîsên xwe de bi reng û cureyên cuda hildiberîne, xemilandin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ev demsal bi armanca çandina 2 milyon kulîlkên demsalî yên havînê hat vekirin û pê re 700 hezar kulîlkên cûr bi cûr û rengoreng çandin.

Ekîban navend û xaçerêyên navçeyên Yenîşehîr, Baglar, Sûr û Kayapinarê bi gulçîçekên qedîfe, petunya, zinniya, dûmana vaporê û kulîlkên amarantê xemilandin.

Di qonaxa ewil de ekîbên ku bi tevahî 700 hezar kulîlkên demsalî yên havînê li Birca Keçikê, Meydana Mizgefta Qurşinî, Bulvara Qamişlo û Firat, Elezîz, Hintli Baba û Înanoglu, cadeyên Elezîz, Hintli Baba û Înanoglu û Yoncayê çandine, li gor biryarên ku hatine diyarkirin dê xebatên xwe bidomînin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li gorî daxwazan dê kulîlkên demsalî yên havînê li welatiyan, saziyên cemaweriyê û şaredariyên navçeyan bêpere belav bike.