Jivanên "Ji ciwanên me re bêhnvedana qehweyekê" dest pê kirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, semînerên "Ji Bo Ciwanên Me Bêhnvedana Qehweyekê", Jivana Qehwe-Pirtûkê ji bo hezkiriyên pirtûkê yên ku xwe ji bo îmtîhanê amade dikin da destpêkirin.

Li Qehwexaneya Millet û Qehwexaneyên Pirtûkê yên girêdayî Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê ji bo perwerde û plansaziya kariyerê ya ciwanan xebat hatin destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de perwerdekar dê her hefte bi projeya “Jivanên qehwe-pirtûkê” û “Ji ciwanên me re bêhnvedana qehweyekê” bi ciwanan re bên cem hev.

Mêvanê yekem ê projeyê Endamê Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Zanyar Dr. Îsmet Kaya bi semînera "Nebî bikevî, ji cihê ku ketî rabe" bi ciwanan re jivanek gerand.

Kaya bal kişand ser girîngiya berzkirina qelîteya jiyanê, diyarkirina armanc, moral û motîvasyona ciwanan, di pêvajoya amadekariya îmtîhanê de çi divê bê kirin.

Kaya, anî ziman ku jiyana bi plan û bi bername di îmtîhanan de serkeftinê tîne û pirsên xwendekaran bersivand.

Semînerên jivana pirtûk-qehweyê "Ji ciwanên me re bêhnvedana qehweyekê" dê bi zanyarên cuda yên perwerdeyê re berdewam bike.